Sindoqa Zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) roja Pêncşemiyê bi raproekê ragihand ku derdora 400 hezar kes ji zarokên yemenî yên bin temenê 5 saletiyê ji ber kêmbûna xwarekê tûşî rencê bûne.
Sindoqa Zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) vê dawiyê jî bi raporekê ragihandibû ku zêde ji 5 hezar zarokên yemenî ji destpêka êrîşa Erebistanê li ser Yemenê heta niha hatine kuştin an birîndar û nivîşkan bûne.
Derdora 11 miliyon zarok li Yemenê dijîn ku hema bêje tevahiya wan hewcedara alîkariyên mirovdostane ne.
Erebistanê bi piştgirîya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji 26`ê Adara sala 2015`ê va dest bi êrişa ser Yemenê kirîye û bi awayekî hevgav ev welata ji hêlên bejayî, deryayî û hewayî dorpêç kirîye. Di encama vê zorbêjîyê de heta niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştinê û bi dehan hezar kes jî birîndar û bi milyonan kes jî aware bûne.
Ji ber şerxwaziya Erebistan û hevpeymanên wî welatî dijî Yemenê ku ji meha Adara sala 2015an va dest pê bûye, heta niha bi dehan hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne û bi miliyonan kesî jî mal û warê xwe ji dest dane.