ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

UNICEF: Salê 66 hezar zarokên yemenî dimirin

Sandiqa Zarokan a NY (UNICEF) ragihand: Salê 66 hezar zarokên yemenî yên di bin 5 salî de ji ber nexweşîyên ku dikarin bên kontrolkirinê, dimirin.

Marcell Rillano nunerê UNICEF`ê şeva buhurî li rûpela xwe ya Twwiterê nivîsî: Nîvê zarokên hanê dema jidêbûnê yan jî di mehên destpêka jîyanê de ji ber nexweşîyên wek zikçûn, birînbûna sih û têrnexwarinê canê xwe ji dest didin.

Vî nunerê UNICEF`ê pêgirî l iser pêwîstîya kutakirina şêrr li Yemenê kir ûş ragihand: Hela jî li hin parêzgehên Yemenê zarok canê xwe ji dest didin.

Ji ber kêmasîya ava vexwarinê ya saxlem û dorpêçbûna Yemenê ji hêla Erebistanê ve ku bûye sedema kêmbûna xwarek  ûdermîn, di salên buhurî de bi hezaran welatîyên yemenî canê xwe ji dest dane.

Sazî û dezgehên navnetewî bi carna ji Erebistanê xwestine ku dawî li dorpêçkirina Yemenê bîne ta ku rê li ber şandina xwarek û dermîn bo vî welatî bê vekirinê.

Başa dön tuşu