AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

UNIDO daxwaza berfirekirina hevkariyan bi Îranê re kir

Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Geşedana Pîşeyî ya Rêxistina Neteweyan (UNIDO) duh li hevdîtina sefîrê Îranê li Rêxistinên Navneteweyî Kazim Xerîbabadî li Viyenayê got: UNIDO Hevkariya bi Komara Îslamî ya Îranê re girîng dibîne.

Li gor rapora IRNA, Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Geşedana Pîşeyî ya Rêxistina Neteweyan (UNIDO) Lî Yong  duh li hevdîtina sefîrê Îranê li Rêxistinên Navneteweyî li Viyenayê got: UNIDO amade ye di warên curbicur de bi Komara Îslamî ya Îranê re hevkariyê bike.

Kazim Xerîbabadî jî li vê hevdîtinê de bal kişand ser mijar û zirûfên mezin ên Îranê li warên zanist, pêşe û teknolojiyê û desnîşan kir ku Îran amade ye li warên hanê û mijarên nû yên wek  teknolojiyên paqij û kêmasiya avê û îstifadeya ji “Start Up-an” li babeta geşepêdan û berfirekirinê deskevt û tecrubeyên xwe bêxe ber destê UNIDO.Lî Yong û Xerîbabadî li vê hevdîtinê li hev kirin ku taximeke pispor û teknîkî ji aliyê UNIDO îsal serdana Îranê bike û hewcetiyên Îranê û riyên cihanîna lezgîn a projeyên li Îranê hilkole.

UNIDo rêxistineke pispor û teknîkî ya NY ye ku hedefa wê ya sereke pêşxistina pêşeyî û lezgînkirina projeyên pêşeyî li welatên li ber pêşketinê ye.

Başa dön tuşu