NûçeRojhilatanavinSûriye

UNRWA pêşewaziya biryara Sûriyê li bara Yermûkê kir

Ajansa Hawargihandin û Karsaziyê ji bo awareyên Filistînê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) duh pêşewaziya plana Şamê ya vegerîna awareyên filistînî bo Kampa Yermûkê kir.

Li gor nûçeya IRIB Newsê UNRWA herwiha ji Civaka Navneteweyî xwest ku li warê vegerîna awareyên filistînî bo Kampa Yermûk piştgiriyê bidin vêp Rêxistinê.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel Miqdad êvara sêşemê ragihand ku Sûriye bi bryare ku awareyên filistînî vegerîne Kampa Yermûkê li başûra Şamê.

Feysel Miqdad got ku ti berbend û pirsgirêkek li ber Teşkîlata Xweseriya Filistînê û UNRWAyê bona avakirina dubare ya Kampa Yermkê tine.

Kampa Yermûkê li 21 Gulana 2018 ji bin destê terorîstên DAIŞê hat derxistin.

Başa dön tuşu