IraqNûçeRojhilatanavin

Urdinê ser piştgiriya ji Iraqê li şerê li hember terorîstan pêgirî kir

Li gorî rapora IRNA`yê û ji zarê ajansa nûçan a Fransayê, Ebdullahê Dudiyan, paşayê Urdinê roja duşemiyê li hevdîtina bi Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê re, ser piştgiriya welatên xwe ji Bexdayê ji bo rawestana li ber grûpên terorîst tekez kir.

Ebdullahê Duyem li vê hevdîtinê piştgirî da hewldanên dewleta Iraqê ji bo rawestana li ber têrorîstan û pesna operasyona artêşa vî welatî li dijî DAIŞ`ê da.

Paşayê Urdinê her wiha ser hez û meyla Urdinê ji bo xurtkirina peywendiyên dualî û hevkariya bi Iraqê re û piştgiriya ji ewlehî û aramiya vî welatî ji bo rawestana li ber pirsgirêkên heyî pêgirî kir.

El-Ceferî jî li vê hevdîtinê spasiya rola Urdinê û helwêstên vî welatî derheq piştgiriya ji Bexdayê kir û got: Iraq, Urdinê welatekî bira û piştîvaneke dîrokî ji bo xwe li qonaxên curbicr dizane.

Wezîrê karên dreve yê Iarqê li sefera Emanê her wiha bi Nasir Cûde, hevtayê xwe yê urdinî re li bara hewldanên ji bo rawestana li ber endamên terorîst gotûbêj kir.

Li gor vê raporê, Îbrahîm El-Ceferî ji aliyê Heyder Ebadî serokwezrê Iraqê ve peyamek ji bo paşayê Urdinê li bara riyên xurtkirina peywendiyên her du welatan û alûgurên Iarqê biriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu