ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşkir Baqirî: Rejîma Siyonîstî hema mîna pifdankekê ye

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Siyonîstî hema mîna pifdankekê ye û teqez kir: Bereya berxwedanê bi palpiştiya Inqilaba Îslamî, dê bi coş, bi çalakî û bi xurt û gurr dê hereekta xwe bidomîne.

 Li gorî rapora  IRIB Newsê, serdar serleşkir pasdar Muhemed Baqirî îro îniyê li bilindahiyên  “ Bazî diraz“ li Serpolzhabê li parêzgeha Kirmaşanê li rojava Îranê her wiha diyar kir:  Bila djmin bizznin ku gelê Îranê tim  ser piyan e û bi  şopandina riya   rêberê giranqedr ê inqilabê dê pêşketina xwe bidomîne û li vê riyê tu şik û gumanê neke.

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê got: Eva ku hin kesên  ku teze hatine meydanê, li navçeyê an li asta cîhanê fikir bikin ku hin kes hêjatir ji mol û şerûtên  berê hene û qala boykot, gef û dorpêçkirina  gelê Îranê bikin, divê bizznin ku gelê Îranê, qawet û ezmûneka giring li warê meselên curbuc heye.

Serdar serleşkir pasdar Muhemed Baqirî destnîşan kir: Eva ku Rejîma  siyonîstî fikir bike ku bi  çend  teqeteqan li derdora xwe dikare  pêşiya bidestxistina  armancên vî gelê bigre,  tam şaş bûye.

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê destnîşan kir: Bereya berxwedanê bi berxwedan û bi xwebaweriyê karî ku Emerîka û komên  terorîstî ji wan DAIŞê, bereya El-Nusre û Rejîmên  paşvero ji Iraq û Sûriyê derxîne û ewlehî û aramiyê dibare vegerîne  van welatan.

Başa dön tuşu