CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî li hevdîtina bi serokwezîrê Ermenistanê ra: Îran hertim li dû pêwendiyên dostane bi cînaran ji wan Ermenistanê ra ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Sêşemiyê li hevdîtina bi serokwezîrê Ermenistanê, Nîkol Paşîniyan, li kêleka Heftî û sêyemîn Civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê destnîşan kir ku Îran hertim li dû pêwendiyên nêzik û bi dostanî digel welatên cînar ji wan Ermenistanê ra ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî pêwendiyên siyasî navbera Îran û Ermenistanê gellek baş da zanîn û got ku pêwendiyên aborî yên du welatan jî divê hevdem û hevastê pêwendiyên siyasî xurt bibe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist ku xweşbextane pêbaweriyeka baş navbera du gel û du dewletan da heye, lê tevî hebûna derfet û şiyanên berfireh ên du welatan, hevkariyên abûrî yên Têhran û Îrewanê di asteka baş da nine.

Rûhanî her wiha bi gotina vê yekê ku Îran girîngiyê dide têkilliya bi deryaya reş ji riya Ermenistan û Gurcistanê va, bi bîr xist: Korîdora Bakur-Başûr li vî warî da gellek girîng e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê xurtkirina hevkariyên beşên ne-dewletî yên du welatan jî pêwîst da zanîn û got: Îran amade ye ku pişka xwe sivîl jin bo çalakiya ticarî li Ermenistanê han bide û ji bo swermiyandanîma ermenistaniyan jî rewşê xweş bike.

Rûhanî her wiha got: Îran li warê Soapê jî amade ye ku bi Ermenistanê jî amade ye.

Serokwezîrê Ermenistanê jî li vê hevdîtinê tevî dayîna sersaxiyê bi boneya şehîdbûna hejamreka gelê Îranê li êrîşa têrorîstî ya Ehwazê li başûrê rojavaya Îranê, got: Ermenistan amade ye ku pêwendiyên bi Komara Îslamî ya Îranê ra li hemî beşan berfireh bike.

Paşîniyan bi gotina vê yekê du welat divê hemî derfet û şiyanên xwe di riya berfirehkirina hevkariyan û pêkanîna  pêşektineka bilez li pêwendiyan bi taybet li warê abûrî behreyê werbigirin û niha dema cihanîna lihevkirinên berfireh navbera du welatan bi taybet liw arê Soapa enêrjiyê ye.

Serokwezîrê Ermenistanê her wiha li vê hevdîtinê Rûhanî ji bo seredaneka fermî ji Îrewanê vexwend.

Başa dön tuşu