İslami Davet Kurdi Bange İslami

Vebûna deriyê sînorî yê Başmaqa Merîwanê ser daxwaza parêzgeha Solêymaniya Iraqê

Kunsolxana Komara îslamî ya Îranê li Hewlêrê duh sêşemê ragihand; Ji ber daxwaza Konseya parêzgariya Solêymaniyê û xelkê vê parêzgehê derbasgeha sînorî ya Başmaqa Merîwanê ji îro çarşemê tê vekirin.

Serokê Odeya Bazirganên Silêmaniyê Sîrwan Mihemed ragihand ku dewleta Îranê biryar da ku deriyên sînorî yên li gel parêzgeha Silêmaniyê veke.

Sîrwan Mihemed di daxuyaniya xwe de got: “Hikûmeta Îranê îro deriyên sînor ê Silêmaniyê vedike.”

Mihemed di berdewamiya axaftina xwe got: “Vekirina sînoran ji bo çûnûhatina welatiyan û tevgera bazirganî ye. Çûnûhatina li sînoran asayî dibe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version