ÎranNûçeRojhilatanavin

Elewî: Berbijarên hilbijartinê bila yekperçetiya neteweyî biparêzin

Wezîrê Îttileatê ji berbijarên hilbijartinê xwest ku bi curekê reftarê nekin ku ewlehiya neteweyî û exlaq derbeyê bibîne belkî divê yekitî û yekperçetiya neteweyî were parastin.

  Li gorî rapora  roja sêşemiyê ya IRNA`yê, Hucetulîslam welmuslimîn seyd Mehmûd Elewî bal kişand ser hişyariya hertimî ya hêzên wezareta Ittilaatê û got: Hêzên wezareta Itillaatlê hertim  dijmin  binçav girtine û îrorojê em di rewşekê de ne ku wezareta Îtileatê tam ser dijminan serdest e û  hemî liv û tevgerên  dijminan dişopîne.

Wî her wiha got: “Sala 95`an (Koça Tavî) zêde ji 30 tîmên terorîstî ku dixwestin operasyona terorîstî cih bînin hatin peydakirin û derbe xwarin“.

Li salên 93, 94an 45 a Koça Tavî tîmên terorîstî hatin  keşfkirin û têkbirin û ji destê wan 108 bombeyên megnetîkî, 15 êlegên teqînê û bi dehan  bombeyên  li kêleka rê hatin keşf û zewtkirin.

Her wiha  komeke  nifaqê li parêzgeha  Elburzê hat peydakirin û têkbirin ku dixweztin li heyamê hilbijartinê rewşa civakê aloz bikin.

Wezîrê Îtileatê bal kişand ser vê yekê ku  yek ji sebebkarên  dabînkirina ewlehiyê, beşdariya  gel li meydanê ye  û qaweta welatekî zêde ji her tiştî hevcedarê piştgiriya gel ji rewşa siyasî ya welatê hanê ye û diyar kir: Beşdariya gel li hilbijartinê, sembola qaweta Komara Îslamî ya Îranê ye û her çiqasî ev beşdariya  zêdetir be, dê bandora wê jî zêdetir bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu