NûçeRojhilatanavinSûriye

117 penaber ketin bin avê û can dan

Li Derya Sipî (Medîteranê) nêzîkî peravên Lîbyayê karesateke din a mirovî rû da. Belema penaberan noqî avê bû û di encamê de 117 penaberan canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeyên medya Îtalî, belema ku 120 penaber di nav de bûn û ji Lîbyayê berê xwe dabû Ewropayê, di nav Derya Sipî de noqî avê bû.

Li gor agahiyan tenê 3 penaber hatin rizgarkirin û 117 penaberan canê xwe ji dest dan ku zarok û jinên ducan jî di nav de bûn .

Medya Îtalî daye zanîn, belema plastîk piştî rêwîtiya 10 demjimêran a ji Lîbyayê noqî avê bûye û heta sê demjimêran alîkarî nehatiye kirin. Li gor piraniya penaber ji welatên cuda yên Efrîqayê ne.

Herwiha hatiye aşkerekirin ku 2 jinên ducanî û 3 pitikên di belemê da bûn jî can dane.

Li gor tomarên rêxistinên penaberan, par 2 hezar û 262 kesan di nav ava Derya Sipî de canê xwe ji dest dan e.

Başa dön tuşu