Wezareta koçberiyê ya Iraqê ragihand ku zêdetirî 63 hezar awareyên iraqî vegeriyane malên xwe li rojhilata Mûsilê.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya navenda nûçan a rojnama El-Quds El-Erebî, Setar Newroz, berdevkê wezareta koçberiya Iraqê bal kişana ser vegeriyana awareyên iraqî bo malên xwe li Mûsilê li parêzgeha Neynewayê û got : Niha ewlehiya navçên azadbûyî ji aliyê hêzên iraqî dabîn bûye û hevcetiyên ewilî yên awareyan jî gihêştiye ber destê wan.
Hevgavê destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê li Cotmeha 2016an zêdetir ji 191 hezar kes ji xelkê beşa rojhilatê Mûsilê aware bûne .
Operasyona azadkirina rojava Mûsilê jî ji îro yekşemiyê, 19 Sibata 2017an ser fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bûye.
Hevgav Hesen Sebawî endamê konseya walîtiya Neynewayê dilgirarniya xwe li bara dewama cinayeta DAIŞê li Iraqê nîşan da û got : Zêdetir ji 850 hezar kesên sivîl li beşa rojava Mûsilê ji lepên DAIŞê, herîkêm 40 kes ji endamên vê grûpê hatine kuştin.
Necm El-Cebûrî ji fermandên operasyona Neynewayê got : Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi dewama pêşdeçûna xwe li mêhwera başûrê Mûsilê, gundên El-Kafûr û Kernîtê ji lepên DAIŞê azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)