AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Vegeriyanan bilez a pêşeya nifta Îranê bo rewşa berî sepandina boykotan, cîhan ecêbamyî kiriye

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomartiyê, Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li merasima behrewergirtina planên berfirekirina meydanên niftî yên rojavaya Çemê Karûnê li parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavaya Îranê bal kişande ser berhemanîna rojane sêsed hezar bermîl niftê li rojavaya Karûnê û her viha got: Divê ev asta bi saya wergirtina sermaye û têknolojiyê bigihêje miliyonek bermîl di rojê da.

Rûhanî bi gotina viya ku behrewergirtina ji têknolojiyên deqîq ên cîhanê ji bo geşepêdana Îranê di serdema piştî rakirina boykotan pêwîst e, destnîşan kir: Dewleta Îranê vîneke ciddî ji bo behrewergirtina ji çavkaniyên niftê yên parêzgeha Xûzikstanê bi saya bikaranîna têknoljiyên nûjen heye.

Faza yekem a plana berfirekirina meydana niftî ya Yad Averanê, faza yekem a plamna berfirekirina Meydana Azadegan a Bakûr û Plana berfirekirina Meydana Yaran a Bakur roja yekşemiyê bi amadebûna serokomarê Îranê hatin vekirin.

Ev meydanên niftî ji meydanên niftî yên hevpar digel Iraqê ne ku bi sermayedanîna hevpar digel kompaniyên çînî gihîştin qonaxa behrewergirtinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu