Wezareta Koçberiyê ya Iraqê li bara vegeriyana 373 awareyan bo navçên azadbûyî û paqijkirî yên parêzgeha Neynewayê agahî da.
Li gorî rapora Sumeriye News`ê, Wezareta Koçberiyê ya Iraqê li bara vegeriyana 373 awareyan bo parêzgeha Neynewayê û hez û meyla pir kesan bo vegeryana bo malên xwe li navçên azad û paqijbûyî agahî da.
Setar Newroz, rêveberê giştî yê karûbarên Wezareta koçberiyê ya Iraqê ragihand: Odeya operasyonê ya vê wezaretaxanê bi hevkariya wezareta veguhestinê û fermandehiya hevpar a operasyona parêzgeha Neynewayê, hinek otûbûs ji bo veguhestina xelkê û hejmarek kamyonan bo kelûmelên wan terxan kirin.
Wî her wiha got: Armanca sereke ya vê wezaretxanê vegerandina xelkê bo navçên wan li bajarê Mûsilê û bajarên din e. Her wiha hejmarek din ji xelkê aware hene ku hez dikin vegerin navçên azadbûyî.