Şêwirmendê Wezareta Aşitiya Neteweyî ya Sûriyê got: Li çarçoveya hewldanên Şamê bona vegerandina jiyana normal bo hin navçên ku artêşa vî welatî ew azad kirine bi sedan malbatên sûrî li halê vegeryana bo bjaroka El- Bewîzê ne.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Fars Newsê, Ehmed Munîr Şêwirmendê Wezareta Aşitiya Neteweyî ya Sûriyê got: Xelkê vê bajarokê ku ketiye Rîfa başûrî ya Şamê ji 5 salan berî niha ve bi zorê ji aliyê terorîstan ji vê navçê hatibûn derxistin.
Ehmed Mundîr dibêje ku vegeryana awareyan bo bjarokê El-Bewîzê wek navçeyeke ji bo ziraretê ku xelkê wê dikarin berhemên bosatên paytextê dabîn bikin pir giring e.
Şêwirmendê Wezareta aşitiya neteweyî ya Sûriyê her wiah diyar kir ku dê bi zûtirkê pêvajoya vegeryana xelkê Şebayê li Qûta rojhilata Şamê destpê bibe.
Li gorî vê raporê beriya El-Bewîzê, xelkê bajarokên El-Huseyniyê û El-Sebînetê ku ketiye riya balefirgeha navneteweyî ya Şamê, vegeryane malên xwe.
Elî Heyder wezîrê şaitiya neteweyî ya Sûriyê teqez kiriye ku vegeryana xelkê bo bajêr û gundên xwe mînakeke ji serketina artêşê li hember terorîzmê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)