NûçeRojhilatanavinSûriye

Vegeryana bi hezaran welatiyên sûrî ji Tirkiyê

Bi kêmbûna pevçûnan li navçeyên bakurê Sûriyê bi hezaran kes ji awareyên sûrî ku li Tirkiyê bûn, li halê vegeryana bo welatê xwe ne.

 IRNA`yê ji zarê medya sûrî roja duşemiyê raghand ku  bi kêmbûna  pevçûnan û damezrandina aramiyê li piraniya navçên  Sûriyê zêde ji 14 hezar welatiyên aware  yên sûrî li rojên derbasbûyî bi derbasbûna ji du derbasgehên  Cirablos û Bab El-Selamê ji axa  Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn.

Li gorî vê raporê, Tirkiyê çend derbasgeh terxan dane bo qeydkirina  hat û çûya awareyên sûrî yên rûniştiyê vî welatî bo Sûriyê.

10 derbasgehên  sînorî navbera Sûriyê û Tirkiyê  hene  ku niha  tenê sê derbasgehên Bab Ul-Hewayê li bakurê parêzêgeha  Idlib- Cerablus li bakurê rojhilata  Helebê û Bab  El-Selamê  li nêzîkî  Ezazê li bakurê Helebê xebatê dikin.

Bi giranbûna  qeyranên  li encama  hizûra komên  terorîstî û tekfîrî yên ku ji aliyê rojava û hin welatên  navçê li Sûriyê li heft salên buhurî piştgirî dibin bi sedan hezar kes ji welatiyên  vî welatî ji tirsa canê xwe berê xwe dan Tirkiyê.

Bi damezrandina  aramiyê û işkesta  komên terorîstî li Sûriyê, welatiyên  vî welatî hêdî hêdî li halê vgeryanê bo malên xwe ne.

Başa dön tuşu