Bi kêmbûna pevçûnan li navçeyên bakurê Sûriyê bi hezaran kes ji awareyên sûrî ku li Tirkiyê bûn, li halê vegeryana bo welatê xwe ne.
IRNA`yê ji zarê medya sûrî roja duşemiyê raghand ku bi kêmbûna pevçûnan û damezrandina aramiyê li piraniya navçên Sûriyê zêde ji 14 hezar welatiyên aware yên sûrî li rojên derbasbûyî bi derbasbûna ji du derbasgehên Cirablos û Bab El-Selamê ji axa Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn.
Li gorî vê raporê, Tirkiyê çend derbasgeh terxan dane bo qeydkirina hat û çûya awareyên sûrî yên rûniştiyê vî welatî bo Sûriyê.
10 derbasgehên sînorî navbera Sûriyê û Tirkiyê hene ku niha tenê sê derbasgehên Bab Ul-Hewayê li bakurê parêzêgeha Idlib- Cerablus li bakurê rojhilata Helebê û Bab El-Selamê li nêzîkî Ezazê li bakurê Helebê xebatê dikin.
Bi giranbûna qeyranên li encama hizûra komên terorîstî û tekfîrî yên ku ji aliyê rojava û hin welatên navçê li Sûriyê li heft salên buhurî piştgirî dibin bi sedan hezar kes ji welatiyên vî welatî ji tirsa canê xwe berê xwe dan Tirkiyê.
Bi damezrandina aramiyê û işkesta komên terorîstî li Sûriyê, welatiyên vî welatî hêdî hêdî li halê vgeryanê bo malên xwe ne.