Zêde ji deh hezar awareyên sûrî ji dema damezrandina agirbesê li başûrê Sûriyê, vegeryane malên xwe.
Roja îniya buhurî dewleta Sûriyê raghand: Navbera komên serhildayî yên çekdar û dewleta Sûriyê, peymana agirbesê hatiye îmzekirin û serhildayiyên çekdar ku çekên xwe radest dikin, dikarin tevlî vê agibesê bibin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê El-Minarê, çavdêrê mafên miropvan a Sûriyê jî raghand: Ji dema giranbûna pevçûnan li riyên ber bi sînorê Urdinê, zêde ji 60 hezar kes ji xelkê van navçana neçar mane terka malên xwe bidin û niha tê texmînkirin bi damezrandina agirbesê û aramiyê, gelek ji rûniştiyên van navçana vegerin malên xwe.
Niha gelek navçeyên başûrê Sûriyê bi taybet li derdora bajarê Derayê ketiye kontrola dewleta navendî ya Şamê û dewletê kariye bi azadkirina van navçana , hakimiyeta xwe ser beşeke zêde ji başûrê welêt seqamgîr bike.