ÎranNûçeRojhilatanavin

Rehmanî Fezlî: Işkesta terorîstan bona êrişa ser navendên Sipah û hêzên ewlekariya bajaran

Wezîrê karên hundir yê Îranê ragihand ku xebata terorîstan bona pêkanîna teqînê li navendên Sipah û hhêzên ewlekariya bajaran rastî işkestê hat.

Rehmanî Fezlî wezîrê karên hundir ê Îranê li gotûbêja xwe ya îro tev ajansa nûçan a ILNA`yê, li bara nûçeya kolana tonêlan bi destê terorîstan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê got: Herwisa ku min got, hindek mabû ku van terorîstan dixwestin navendekî hevpar a hêzên Sipahê Pasdaran û hêzên ewlekariya bajaran biteqînên ku ev xebata wan rastî işkestê hat.

Rehmanî Fezlî herwisa got: Terorîstan tonêlek kolabûn ku dixwestin vê navenda Sipah û hêzên ewlekariya bajaran biteqînin lê berî ku ew terorîst bigihêjin armancên xwe pîşiya wan hat girtin.

Grûpek ji terorîstan li bajarê Xaşê li parêzgeha Sîstan û Bilûçistanê li nîzikiya van du navednan tonilek kolabûn û dil hebûn li operasiyoneke xirabkarane, kiryarek terorîstî cih bînin ku hatine girtin û ew operasiyona wan rastî işkestê hat.

Muhemmed Ekber Çakirzehî qayîmeqamê bajarê Xaşê ragihand ku ev tonêla 20 mitr di bin erdê da hatibû kolandin û dirêjiya vê tonilê jî 30 mitr bû.

Wî destnîşan kir; Hêzên ewlehiyê 10 terorîstên ser bi biyaniyan li vê operasiyonê girtin û bi vê qirarê pîşiya nexşeya wan a kirêt hate girtin.

Rehmanî Fezlî li bara rûdawa terorîstî ya Kirmanşahê jî got: Li vê barê hêzên ewlehiyê li halê lêkolînê da ne û li gorî rapora ku gihêştiye destê min heta niha hinek agehdarî li bara vê rûdawê peyda bûne û her wextekê ku lêkolîn hatine kemilandin em ê xelkê agehdar bikin,

Terorîstan li 20`ê Tîrmehê êrişî ser erebeya ku Hişmetullah Felahet Pîşe nûnerê Islamabad û Dalahoyê li riya Rîcabê li parêzgeha Kirmanşahê têda bû kirin.

Li vê rûdawê doktor Hebîbullah Nîkezm berpirsekî saziya doxtoriya ajelan û şofirê vê erebê şehîd bûn.

Bingeheke agehdar li Sipaha Nebî Ekrem(S) pêştir ji girtina 3 tawanbarên ser bi grûpekî terorîstî ser navê “PAK“ xeber da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu