ÎranNûçeRojhilatanavin

Vekirina enstîtoya herî pêşketî ya pizişkîyê ya jinûvasazkirinê li Îranê

Enstîtoya herî pêşketî ya pizişkîyê ya jinûvesazkirina silolên bedenê ya Îranê bi amadebûna alîkarê beşa lêkolîn û têknolojîyê yê wezîrê tenduristîya Îranê li nexweşxana Şehîd Muteherî ya Zanîngeha Zanistên Pizişkîya Îranê hat vekirinê.

Riza Melikzade got: Yek ji meseleyên girîng ên pizişkîyê di pêşerojê da, deemankirina nexweşîyan bi silolan e û ev zanista dikare dewsa bihevregirêdana organên bedenê bigire. Wî herwiha got: Me li 5 cihên welêt jibo vekirina Enstîtoya Pizişkîya Jinûvesazkirinê sermayeguzarî kirîye û hêvîdar in ku em li vê beşa pizişkîyê bikaribin hewcedarîyên welêt dabîn bikin.

Melikzade herwiha got: Ev zanista roj bi rojê li pêş dikeve heta astekê ku vê dawîyê kifş bûye ku meriv dikare bi silolên binyadî mirovên kore derman bike û ew bikaribin bi çavên xwe bibînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu