NûçeRojhilatanavinSûriye

Vekirina riyên peywendiyê li rojhilata Heleba Sûriyê

Riyên peywendiyê di navbera bajarê Helebê û navçeya nûrizgarbûyî ya Henanoyê li rojhilata vî bajarî piştî pênc salan bi amadebûna walî û berpirsên parêzgeha Helebê hatin vekirin.

Li gorî rapira IRIB News`ê, waliyê Helebê Hesen Deyab roja şemiyê qala vegeriyana 120 malbatan bo malên xwe li rojhilata Helebê kir û got: Hêzên hawargihan ên Sûriyê xizmet û îmkanên pêwîst ji bo hemî rûniştiyên taxên rojhilata Helebê dabîn dikin.

Kanala têlêvîziyoniya Sûriyê jî ragihand: Artêşa Sûriyê navend û baregehên koma têrorîst a Cebheya Nusreyê li kampa El Nazihînê li navçeya Dera Beledê li başûrê Sûriyê ji nav birin. Li vê opêrasiyonê hejmareke têrorîstan hatin kuştin.

Hêzên sûrî her viha navend û baregehên Cebheya Nusreyê li derdora bajarê El Restenê li parêzgeha Humsa Sûriyê dane ber ghulleyan. Li vê opêrasiyonê jî çend serçeteyên koma têrorîst a Cebheya Nusreyê hatin kuştin.

Li dû serketinên artêşa Sûriyê li deverên cûrbicûr ên Sûriyê ji wan li Helebê, komên têrorîst berê xwe dane kuştina welatiyên sivîl.

Di encama êrîşêm mûşekî yên komên çete li ser malên xelkê li bajarê Helebê çar kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bpûn.

Li êrîşên bi mûşekan ên komên têrorîst li ser navendên demkî yên şêniyên rizgarbûyî yên Helebê li navçeya Tişrînê jî 12 kes birîndar bûn.

Sûriye ji Adara sala 2011`an va heya niha tûşî qeyrana ji ber hatina têrorîstên biyanî bo vî welatî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu