ÎranNûçeRojhilatanavin

Vekirina xeta çêkirina sîlahên kalîbra piçûk li Îranê

Xeta çêkirina sîlahên kalîbra piçûk li wezareta berevanîya Îranê hat birêxistinê û niha ew rext têda tên sazkirinê.

Li gorî rapora wezareta berevanîya Îranê, serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan wezîrê berevanîyê yê Îranê îro vekirina vê xeta çêkirinê di çarçova birojkirina xetên berhemanînê û jordabirina asta çêkirina sîlah û berhemên berevanîya Îranê de zanî.

Serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan wezîrê berevanîyê yê Îranê herwiha got: Bi vekirin û sûdwergirtina ji vê xeta berhemanînê, tevî dabînkirina pêwîstîyên hêzên çekdar di warê rextên kalîbra piçûk da, asta berhemanîna van sîlah û muhimatan heta 2 qatî jorda diçe û zemîne jibo derfirotina wan jî pêk hatîye.

Wezîrê berevanîyê yê Îranê tevî ku qedrê pispor û personelên sazîya pêşeyên berevanîyê bi hegera hereketa di çaçrova bêhewcetiyê û jordabirina iqtidara berevanîyê ya Îranê girt, pêkutî kir ku rextên ku wezareta berevanîyê ya Îranê saz dike ji hêla koalîteyê va di asta standardên cehanî da ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu