Xozê Grîgoryo Poporcî balyzoê Venzuelayê li Şamê got: Karakas pir hez dike peywedniyên aborî yên dualî bi Şamê re berfireh bike û beşdariya Venzulayê li 61`mîn dewra nîşangeha navneteweyî ya Sûriyê, pêngaveka giring li peywedniyên aborî yên her du welatan were hesabê.
Pomorcî destnîşan kir: Li 61 mîn dewra nîşangeha navneteweyî ya Sûriyê piraniya şîrketên Venzuelayî pêşniyara beşdariya li avedankirina Sûriyê raber bikin.
61`mîn dewra nîşangeha navneteweyî ya Şamê 28 Tebaxê û 6 Îlonê li Sûriyê bê lidarxistin.
Heya niha 24 welatan bona beşadriya li vê nîşangehê amadetiya xwe ragahandine.