BehreynNûçeRojhilatanavin

Vexwendina alimên Behrêynê bo nerizamendiyên gelemperî yên li welêt

Alimên Behrêynê, xwestin ku li vî welatî li hember Rejîma Alê Xelîfê, nerizamendiyeka gelemperî were li darxistin.

Di pişkek ji vê daxuyaniyê de hatiye ragihandin, xwînên gelê me (gelê Behreynê) erzan nînin, hey gelê şerîf ê Behrêynê, jibo parastina canê ciwanên bêsûc ên mehkûmî îdamê, li hemî navçeyên Behrêynê rabin ser xwe.

Berteka alimên Behrêynê piştî wê cih hat ku zîndana navendî ya Behrêynê, sibeha îro şemiyê, li peywendiya bi riya têlêfonê ya bi malbatên sê girtiyên siyasî yên Behrêynê ku mehkûmî îdamê bûne, ji wan xwestin ku bona dîtna van girtiyan herin zîndanê.

Eva li halekê ye ku li Behrêynê, tu bernameyeka dîtina bi zîndaniyan di roja şemiyê de cih nayê, her ji ber vê yekê, tirsa ji vê yekê heye ku Rejîma Alê Xelîfe bi dû cihanîna hikmê îdama wan kesan be.

Dadgeha venihêrînê ya Rejîma Alê Xelîfe, roja duşemiyê hikmê îdama sê welatiyên behrêynî bi tawana pûç a rolhebûna li bombedanîna li gundekê nêzîkî Menamê di sala 2014`an de piştrast kir.

Xelk û komên inqilabî yên curbicur ên Behrêynê, herwiha ragihandine ku îro wê xwenîşandanên berfireh li hemî navçeyên Behrêynê, werin li darxistin.

Behrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an ve bûye şahidê nerizamendiyên gelanî yên dijî Rejîma Alê Xelîfe. Xelkê Behrêynê azadî, dabînbûna dadê û ji navçûna newekheviyê li welatê xwe dixwezin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu