IraqNûçeRojhilatanavin

Parlamentoya Iraqê îro li hev dicive û wê di civînê de mijara ewlehiya navçeya Şingalê jî gotûbêj bike

Biryar e ku parlamentoya Iraqê di roja îro ya 30ê Adara 2017an de di derbarê çend mijarên cuda de li hev bicive.

Li gorî agahiyên NRTyê di civîna îro ya parlamentoya Iraqê de her yek ji lijneya asayiş, parastin, herêman û parêgehan wê di derbarê rewşa Şingalê de raportekê pêşkeşî parlamentoyê bike.

Her wiha hat gotin ku parlamenterên parlamentoya Iraqê wê ji bo ew kesên hatine revandin û rewşa wan ne diyar e, lijneyek were avakirin wê deng bidin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu