IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) duh 17 gund li başûra rojhilata Teleferê li rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstan azad kirin

Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) duh 17 gund li başûra rojhilata Teleferê li rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstan azad kirin.

Li gorî rapora Fars News`ê, malpera ragihandinê ya hêzên Heşdi Şeibî ragihand ku van hêzana duh 17 gund ji bakûra devera Edayê ber bi şîrketa Eyn Cehişê li başûra rojhilata Teleferê azad kirin û opêrasyona paqijkirin û pûçkirina mayînan û lêgerîna bo peydakirina cebilxanên têrorîstên DAIŞ`ê li van gundên azadkirî didome.

Serleşker Necm Cibûrî fermandeyê opêrasyona Nêynewayê li Iraqê jî ragihand ku herîkêm 1500 têrorîstên DAIŞ`ê li bajarê Teleferê hene û tê payîn ku şerê Teleferê zûka kuta bibe û wek şerê Mûsilê dirêj nebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu