IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina navçên din li parêzgeha Neynewayê ji destê DAIŞ`ê

Bi azadkirina navçên din ên parêzgeha Neynewayê helîqa dorpêça grûpa terorîstî ya DAIŞê li bakurê Iraqê tengtir bûye.

 Li gorî rapora  IRIB Newsê, artêş û hêzên gelanî yên Iraqê îro çarşemiyê karîn ku navça  Til Şiyanê nêzîkî balefirgeha Tileferê li parêzgeha  Neynewayê azad bikin.

Li derdora vê balefirgehê pevçûnên giran navbera hêzên  gelanî yên Iraqê û terorîstên DAIŞê qewimî ku bû sedema  kuştina  hejmareke zêde ji terorîstan.

Hêzên gelanî yên Iraqê her wiha  ji sê mêhweran balefirgeha Tileferê dorpêç kirine ku tê gotin hejmarek ji endamên DAIŞê destxwe ji van navçana  ber bi sînorên  Sûriyê revîne.

Her wiha li gor nûçan nîvek ji navça Tehrîrê li Mûsilê bi destê hêzên rawestana  li ber terorîzmê hatiye azadkirin.

Di eynî demê de çavkaniyên ewlehiyê li parêzgeha Neynewayê ragihandin ku  hêzên irqaî karîn dema  bipêşdeçûna  li bajaroka  El-Bekirê li rojhilata  Mûsilê 100 malbatên  iraqî ku ji aliyê grûpa DAIŞê ve hatine  orpêçkirin, azad bikin.

Sed Mein berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê ragihand ku  li mêhwera  başûrê Mûsilê heya niha  zêde ji 950 kes ji endamên  DAIŞê hatine kuştion û nêzîkî 100 kes  hatine girtin.

Operasyona  azadkirina  Mûsilê ji 17 Cotmeha îsal ser fermana  Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bûye. Mûsil navenda  herî dawiyê ya DAIŞê li Iraqê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu