ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Li sînorên navbera Îran û Iraqê bereberê lidarxistina mersima mezina Erbeîna Huseynî ewlehiyeke tam heye

Wezîrê ewlekariyê yê Îranê ragihand ku li sînorên navbera Îran û Iraqê bereberê lidarxistina mersima mezina Erbeîna Huseynî ewlehiyeke tam heye.

 Li gorî rapora IRNAyê,  Mehmûd Elewî  Wezîrê ewlekariyê yê Îranê li kêleka  seredana  sînorê Mihranê li parzêgeha  Îlamê li rojavaya Îranê got: Hêza ewlehiyê ya Îranê li xuliqandina hemaseya  Erbeînê roleke giring  heye û bi hewildana sînorvanan tucure pirsgiêkeke ewlehiyê li sînoran tine.

Elewî bal kişand ser pêşewzaiya milyonî ya xelkê li meşa Erbeîna  Husenî û got: Ev pêşewziya  bêhempa  bûye baîs ku zirûfa  sînorê bejahiyê yê Iraqê li Mêhranê bikemile.

Li gorî ragihandina  berpirsên  parzêgeha  Îlamê heya niha  zêde ji milyonek kesî ji sînorî Mêhranê jibo beşdariya li merasima  Erbeîna Huseynî derbas bûne.

Sînorê Mêhranê ji ber  kinbûna riya heya  Kerbelayê bijardeya ewil a ziyaretkirên  Erbeînê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu