ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî binpêkirina sozê û karek ser ziyana Waşîngtonê bû

Serokê Komara Îslamî ya Îranê derketina Amerîkayê ji Lihevkirinameya Navneteweyî ya navbera Îranê û Koma 5+1ê nasyar bi “Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar” nîşana selimandiona bêsoziya vî welatî derheqê sozên navneteweyî û serketina binirx bo gelê Îranê da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî Şemiyê bi şev li hevdîtina nêzik a digel komek ji zana û bijardeyên sune got: Roja îro heta amerîkiyan mehneyek ji bo anîna zextê li ser Îranê tunînin, ji ber ku Îran li ser soz û peymana xwe maye û rêz li xalên girîng ên civata cîhanî girtiye û ev aliyê hember e ku bi derketina ji  Lihevkirinameya Navneteweyî ya navbera Îranê û Koma 5+1ê nasyar bi “Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar” xal û rêzikên navneteweyî dane bin piyan.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Amerîkiyan bo caran yekem li rûbirûbûneka girîng a siyasî dema xwestin gelê Îranê şermezar bikin, tevahiya welatên dinyayê ji billî çend welatên biçûk li hemberî wan rawestiyan ku ev serketineka mezin bo gelê Îranê ye.

Rûhanî her wiha bal kişande ser dijayetiya vê dawiyê ya hin welatan digel siyasetên Amerîkayl derheq miojara Filsitîn û Qudsê li Konseya Ewlehiyê ya NY û got: Pîlana Amerîkayê li dijî gelê Xezeyê li Konseya Ewlehiyê ya NY tenê bi dengekî Erê hat pêşwazîkirin ku ev jî serketineka mezin ji bo misilmanan û navçeyê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Eva ku amerîkî biryarbnameyekê li dijî Filsitînê û Xezeyê bibin Konseya Ewlehiyê ya NY û tenê bi xwe dengê erê bidinê û 14 endamên din ên Konseya Ewlehiyê dengê Na an Bêla bidine wê, serketinek ji bo gelê Filsitînê, misilmanan û tevahiya navçeyê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li beşeka din a axaftina xwe li nav zana û alimên sune yên Îranê got: Roja îro zêdetir ji her demeka din me hewcetî bi yekîtiyê heye û em bi yekdengî û hevgirtinê dikarin ji kêşe û pirsgirêka ku dijmin hewil didin li dijî gelê Îranê çêbikin, derbas bibin.

Beriya axaftina Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Mewlewî Ebdulhemîd Îsmaîl Zihî, Pêşnimêjê nimêja Îniyê ya suneyên Zahidanê û Celîl Rehîmî serokê Fraksiyona suneyan li Meclisda Şêwraya îslamî ya Îranê jî li axaftinên xwe yekîtiy navbera çîn û qatên cûrbicûr ên civatê hokara sereke ya pêşketin û geşatiya Îrana Îslamî dan zanîn.

Başa dön tuşu