IraqNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana gelê Iraqê li dijî gendeliyê

Bi sedan kesî ji welatiyên iraqî li meydana Tehrîra Bexdayê tevî birêxistina xwenîşandanê xwestin ku rêform cih bên û şerê li dijî gendeliyê û baştirkirina rewşa ewlehiyê were domandin.

Beşdarên li xwenîşandanê li ser şerê li dijî gendeliya li saziyên rêvebirî û maliyê pêgirî kirin û li halê ku ala Iraqê girtibûn destê xwe, ji riya kolana Seidûnê ber bi navçeya Keradeyê li navenda bajarê Bexdayê va bi rê ketin; Şûna ku çend rojan berî niha teqîneke mezin û bi xuf a têrorîstî têda qewimî û jiyana bi sedan kes ji welatiyên iraqî girt û hejmareke zêde jî birîndar kirin.

Çavkaniyeke nûçeyan a ser bi polîsê Iraqê ku naxwest navê wê were birin, got: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi armanca parastina canê kesên beşdar li xwenîşandanê, gişt riyên girêdayî bi Meydana Tehrîrê (Meydana Azadiyê) û taxa Keradeyê girêdan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu