NûçeRojhilatanavinSûriye

Dengê sê teqînan li rojhilatê Sûriyê hevdem digel firrîna balefirên nenas

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku hevgavê firrîna çend balafirên cengê yên nenas dengê 3 teqînan li rojhilatê vî welatî hat bihîstin.

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku duh danê êvarê dengê herî kêm 3 teqînan li bajarê Meyadînê li rojhilatê vî welatî hat bihîstin, hevgavê vê yekê çend balafirên cengê yên nenas jî zêde ji sietekê li asimanê derdora Dêrazorê gerrîyan.Hevgavê vê yekê hin çavkanîyên israyîlî basa êrişa balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst ser bajarê Meyadînê li rojhilatê Dêrazorê kir.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê duh di 2 nameyên cida da bo Serokê Konseya Ewlehiyê û Sersekreterê NY’yê dizîna nifta vî welatî bi destê Amerîkayê û bicihbûna neqanûnî ya hêzên vî welatî li axa Sûrîyê şermezar kir û xwest ku NY himberî vê yekê bisekine.

Başa dön tuşu