AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê: Bi tu awayî em rê nadin Tirkiye beşdarî operasyonê bibe”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîna xwe ya televîzyonê de cardin ragihand ku hikûmeta Iraqê daxwaz ji Tirkiyê nekiriye da ku bên nava axa Iraqê.

Medya Iraqê ragihand ku Heyder Ebadî derbarê opersyona Mûsilê de jî diyar kir ku tenê dê hêzên iraqî beşdarî vê operasyonê bibin û ragihand: “Bi tu awayî em rê nadin Artêşa Tirkiyê beşdarî şerê Mûsilê bibe. Hebûna hêza Tirkiyê ya li Başîqayê jî ne yasayî ye. Di demek nêzîk de operasyona Hewîce dest pê dike û navçeyê ji deste rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar dikin.”
Ebadî li hemberî pirsa ku berpirsên Tirkiyê dibêjin, ‘li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hêz şandine Iraqê’ berisvand û got: “Me ji Tirkiyê daxwaz nekiriye hêzên xwe bişînin nav axa Iraqê. Em rê nadin tu hêzek daxwazên xwe li ser me bisepîne.”

Ji aliyê din ve Heyder Ebadî duhî bi şev li Bexdayê ligel berpirsên Heşdî Şebî civînek li dar xist. Derbarê civînê de Serokwezaretiya Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di civînê de mijara operasyonên Mûsil û Hewîceyê hatiye gotûbêjkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu