EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Dijberiya sedî 92 gelê Sûdanê bi serokkomariya El-Beşîr

Encamên lêpirsîneke nû li Sûdanê nîşan dide ku sedî 92 ê gelê vî welatî dijberê dewama karê Umer El-Beşîr serokkomarê niha û berbijariya wî li hilbijartinên sala 2020 a Sûdanê ye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, komek ji çalakên siyasî yên sûdanî li torên civakî ji sêşemiya buhurî li lêpirsînek ji gelê vî welatî pirs kirine ku gelo berbijariya El-Beşîr li hilbijartinên  serokkomariya sala 2020 qebûl dikin? Li vê lêpirsînê ku  67 hezar û 900 kes têde beşdarî kirine sedî 92 ê wan yanê zêde ji 62 hezar kes dijberê berbijariya  El-Beşrê û tenê sedî 8 ê wan, ev yeka pesend kirine.

Umer El- Beşîr ji sala 1993`an heya niha  serokkomarê Sûdanê bûye ku li gor  qanûnê dawîn dewra serokkomariya wî li sala 2020`an kuta dibe.

El-Beşîr ji ber desthebûna wî li pevçûnên Darforê ku li encama wê 200 hezar kes hatin kuştin bi tawana cinayeta cengê û cinayeta li dijî mirovahiyê ketiye ber şopandina  navneteweyî.

Başa dön tuşu