CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Li Filistînê Îniya Hêrsê

Filsitîniyên rûniştî li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê , Zîvala Xezeyê û Filsitîna dagirbûyî di ala 1948an da roja Îniyê anku duh bo nehemîn hefteya li dû hev û bi nîşana nerazîtiya tund li hemberî biryara Amerîkayê ya dijî Filsitînê derketin nav kolanan.

Li pey biryara roja şeşê Kanûna 2017an a Donald Trumpê serokkomarê Amerîkayê ya nasandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst, Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û Qudsa dagirkirî bûne qada şer û pevçûna navbera filsitîniyan û leşkerên siyonîst.

Li gorî rapora navenda ragiahndinê ya Filsitînê, vê hefteyê jî çekdarên ssiyonîst bi avêtina gulleyan û reşandina gaza hêstirêner  xwenîşanderên filsitînî serkut kirin. Heta niha ji ber van şer û pevçûnan hejmarek birîndar bûne û hinek jî ji ber bêhnkişandina gaza rondikrêj tûşî fetisînê bûne.

Wezareta tendurustiyê ya Filsitînê li Zîvala Xezeyê hejmara birîndarên pevçûnên roja Îniyê 3 kes daye zanînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu