ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Mossad bi dû xirabkirina peywendîyên Îran û Ewropayê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, idiayên Danmarkê yên li dijî Komara Islamî ya Îranê di çarçova opêrasyona xalifandinê ya Sazîya Sîxorîyê ya rêjîma Israîlê (Mossad) de zanîn.

Mihemed cewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê vê sibê li rûpela xwe ya Twwîterê nivîsî: Kiryarên bo xalifandinê û yên nezanane yên Mossad`ê di warê belavkirina derewan de tenê vîna Îranê ji bo danuistandina avakir digel cîhanê xurt dike.

Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî şeva buhurî di daxûyanîyewkê de got: Amerîka û Rêjîma Sîyonîst û navendeke din a navxirab ku roja îro pêrgî tawanên giran bûye, hewil didin ku di çarçova şerê rewanî de Îranê tawanbar bikin û bi vê yekê peywendîyên Îranê û YE`yê bereberê qonaxa duyem a boykotên Amerîkayê aloz û xirab bikin.

Di vî halî de Rojnama Jerusalem Post a rêjîma Israîlê jî duh mukur hat ku Israîlê di demajoya dosîyesazîya Danmarkê ya li dijî Îranê de rola rasterast hebûye.

Vê rojnama Sîyonîstan nivîsî ku Mossad`ê lêzanînên derbarê tişta ku hewildana Îranê ji bo êrişa ser kesekî li Danmarkê hatîye binavkirinê, dane ber destê Kopênhakê.

Danmarkê roja sêşemê di dewama hewildana vê dawîyê ya hin welatên ewropî yên li dijî Îranê de, Têhran bi hewildana ji bo lidarxistina opêrasyona têrorê li axa Danmarkê tawanbar kir û sefîrê Îranê li wî welatî jî vexwend.

Başa dön tuşu