EwropaNûçe

Polîsê Swîsreyê: Cesedê ku hatiye dîtin aîdî êrîşkarê mizgeftê ye

Ji aliyê polîsê Zûrîhê ve hat ragihandin ku cesedê vê sibehê li ser pira Gessner ya Swîsreyê hatibû dîtin, aîdî êrîşkarê mizgefta ‘Islamisches Zentrum’ e.

Êrîşkarê mizgefta ‘Islamisches Zentrum’ e dûhî êrîşeke çekdarî biribû ser vê mizgeftê û li wir bibû sebebê birîndarbûna 3 kesên ji Somaliyê. Ofîsa Polîsên Zûrîhê derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşand û ragihand wan cesedek dîtiye û di encama lêkolînan de derketiye holê ku cesed aîdî êrîşkarê mizgfetê ye. Polîsan ragihand xebatên lêkolînê yên li derdorê bidawî bûne, lê lêpirsînên derheqê bûyerê de berdewam dikin. Her wiha di daxuyaniya polîsan de hat gotin’ wan 300 metre nêzî mizgeftê li ser pira Gessnerê cesedek dîtine û li gorî hatiye aşkerekirin cesed aîdî êrîşkarê mizgeftê ye.

Polîsê Zûrîhê ragihand sebebê vê êrîşê hê nehatiye ronîkirin. Lê li ser îhtîmalek ya êrîşeke terorî nasekinin. Polîsên Zûrîhê zelal nekirin bê êrîşkar bi çi awayî hatiye kuştin. Lê duhî polîsan hemû rêyên derdorê ji trafîkê re girtibûn û operasyoneke berfireh derheqê bûyerê de dabûn destpêkirin. Polîsan li ser pira Gessnerê cesedek dîtibû. Di serî de ji somaliyê gelek misilmanên ji Efrîqayê tên di vê mizgeftê îbadeta xwe dikirin. Mizgefta ku piştî bûyera hatiye morkirin ne diyar e bê heya kengî wê girtî bimîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu