AsyaCîhanNûçeRojhilatanavin

Arteşa Lîbyayê li bara teqînên li Binqaziyê, Tirkiye tawanbar kir

Berdevkê artêşa Lîbyayê, Tirkiye taawnabr kir ku li teqînên terorîstî yên bajarê Binqaziyê dest hebûye.

 Li gorî rapora malpera nûçana  El-Yewm El-Sabê, sertîp Ehmed El-Mismarî li gotûbêjeke rojnamevniyê,  Enqere tawanbar kir ku  li bûyera terorîstî ya Binqaziyê û hewldana  ji bo derbaskirina teqemnaiyan nav Lîbyayê  dest hebûye.

Roja sêşemiyê 23 çillê piştî du teqînan li ber mizgevtê û dayira paseportê ya Binqaziyê herîkêm 34 kes hatin kuştin û 87 kes jî birîndar bûn.

Koma nasiyar bi artêşa neteweyîya Lîbyayê bi fermandetiya  general Xelîfe Hefter kontrola  bajarê Binqaziyê girtiye destê xwe, çend mehan  berê li bara derxistina terorîstan ji vî bajarî agahî dabû.

NY li daxûyaniyekê teqînên  terorîstî yên  bajarê Binqaziyê şermezar kir û li bara kuştinan û  nearamiyên zêdetir li Lîbyayê hişyarî daye.

Lîbya ji dema  alûgurên  sala 2011`an  û mudaxila Emerîkayê û hin welatên  ewrûpî û navçê,  rastî nearamiya siyasî hatiey û bûye  meydana cilîdê ya endamên  terorîstî û komên çekdar e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu