ÎranNûçeRojhilatanavin

Salroja Hemaseya 9 Dêyî emhê(30 Kanûnê“ roja besîretê û nûkirina peymanên Umet tev Welayetê ye

Îro şemê 30 Kanûnê hevçaxî salroja hizûra aşûrayî yê xelkê hemaseçêker û welayetmedare îrana îslamî li meşa 9 Dêyîmeha sala 1388 e ku babetekî girîng li dîroka inqilaba îslamî û rûpelekî zêrîne din ji şanaziyên gelê îranê tê hisab.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hemaseya 9 Dêyîmehê nîşana serbilindî, serxwebûn û besîreta xelkekê ye ku hazir bûn canê xwe goriyê qayde û qirarên dînê îslamê û armancên inqilaba îslamî bikin û li meşa xwe ragihandin ku eger bê û dijmin dijayetiya dînê wan bike ewna hazirin ji dil û can li hemberî dijmin rawestin.

Roja 9 Dêyîmehê ya 30 Kanûnê li Îranê wekî roja Besîretê tê binavkirin û bo gelê Îranê wekî Yewmullah bi bîrma.

Li vê roja dîrokî gelê mêrxase Îranê bi hizûra xwe hemaseyekî din afirandin û dijminên xwedê û dînê îslamê bê hêvî kirin û dilê Îmam`ê Zeman(s) û cîgirê bi heqe wî yanî Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî şakirin.

Roja 9 Dêyîmehê roja gotina na ji aliyê gelê Îranê bi serokên fitneyê û belê gotina bi nizama îslamî û dubarekirina peymana xelkê tev armancên mezine Îmam Xumêyînî(RH) û rêberê mezine inqilabê ye.

Îro şemiyê li seranserî Îrana îslamî rêûresma bîranîna Hemaseya 9 Dêyîmehê li hemû bajar û gundên Îranê bi pişkdariya bi coşe xelkê zana û bi besîrete Îranê birê dikeve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu