CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Meclisa şêwra islamî ya Îranê kiryara meclisa nuneran a Amerîkayê şermezar kir

Meclisa şêwra islamî ya Îranê, kiryara meclisa nuneran a Amerîkayê ya dirêjkirina 10 salan a qanûna boykotên dijî Îranê şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, endamên meclisa şêwra islamî ya Îranê di civîna îro ya meclisê da bi daxûyanîyekê tevî şermezarkirina kiryara vê dawîyê ya meclisa nunerên Amerîkayê ya dirêjkirina 10 sale ya qanûna boykotên li dijî Îranê, ji dewleta Komara Islamî ya Îranê xwestin ku li gorî qanûna meclisê ya têkildarî rêketinama navokî, pêngavên cidî û berdêlê rake.

parlimanterên Îranê di vê daxûyanîyê da li ser parastina destkevtên Inqilaba Islamî li pêşeya biaştî ya navokî û rûmeta netewî sekinîn.

Di vê çarçovê da, Kemal Dêhqanî-fîrûzabadî cîgirê serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişand ser bêsozîya Amerîkayê û dirêjkirina dema boykotên li dijî Îranê li meclisa nuneran a Amerîkayê û ragihand ku pêşnumayeka lezgîn bi merema sekinîna li hemberî bêsozîya Amerîkayê raberî desteya serokatîya meclisa şêwra islamî hat kirin.

Meclisa nunerên Amerîkayê piştî serkevtina Donald Trump li hilbijartinên serokomarîya vî welatî qanûna boykotên li dijî Îranê 10 salên din dirêj kir û herwiha qanûnek jî jibo girtina pêşîya firotina balafiran bo Îranê pejirand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu