NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esad di axaftina xwe de ragihand ku heke em grûbên terorîst ên li welat têk nebin wê nexşeya Sûriyeyê nemîne

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Vecernji List a Hirvatîstanê de got: “Heke em grûbên terorîst ên li welat têk nebin wê nexşeya Sûriyeyê nemine û serkeftina me li dijî grûbên terorîst wê serkeftina li hemberî hemû dewletên ku piştgiriyê didin terorîzmê be.”

Beşar Esad di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hêviya me her diçe mezin dibe û ev hêvî bi baweriyê ve girêdayî ye, lewra dema ku bawerî tunebe hêvî jî namîne. Her çi dibe bila bibe, ji xeyrî serkeftinê pê ve tu bijartekeke me tuneye. Heke em vî şerî qezenç nekin dê welatek bi navê Sûriyeyê nemîne.”

‘EM BI ÎNAD Û BAWER IN’

Esad di dirêjiya axaftina xwe de got: “Di vî şerî de bijarteyeke me din tuneye. Lewma em ji xwe baweri in, bi înad û bawer in. Hinek dewletên ku welatên rojavayî jî di nav de rasterast piştgiriya cihadîstan dikin. Ya rastî heke em li hemberî grûbên terorîst bi ser kevin tê wateya ku em li dijî wan welatên ku piştgiriya wan dikin jî bi ser dikevin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu