ÎranNûçeRojhilatanavin

Nûçeya şewitandina mamosteya dibistanê ji hêla xwendekaran ve hat derewandin

Serokê Îdareya Perwerdeyê ya Selmasê nûçeya herbarê şewitandina mamosteyekê ji hêla xwendevanan ve ya ku li torên civakî belav bûbû, derewand.

Roja sêşemiyê nûçeyek derheqê şewitandina mamosteyeke dibistanê bi rijandina 2 misîn av ji hêla xwendevanan ve li bajarê Selmasê hat weşandin.

Resûl Mûsazade Serokê Îdareya Perwerdeyê ya Selmasê derbarê nûçeyê degot: Xwendekarên selmasî ji bo xelasbûna ji ezmûnan qet karekî wiha nekirine.

Wî got: Mamosteya ku tê baskirin navê wê A.H ye, dema ku li salona dibistanê re derbas bûye, li xwendevanekê ketiye û lêvana ava di destê xwendekar de li ser wê de rijyaye û niha jî rewşa mamosteyê baş e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu