IraqNûçeRojhilatanavin

Yek ji sebebkarên cinayeta Spaykirê li Mûsilê hat girtin

We3zareta Karên Hundir a Iraqê ragihand ku yek ji serkirdeyên koma têrorîst a DAIŞê ku destê wî li cinayeta Baregeha Leşkerî ya Spaykirêî hebûye, li Mûsilê hatiye girtinê.

Koma têrorîst a DAIŞê di nîveka meha Tebaxa sala 2014an bi sedan kes ji xwendekar û fêrxwazên leşkerî li Baregeha Leşkerî ya Spaykirê li bakurê bajarê Tekrîtê û di dema dagirkirina vî bajarî da kuştin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya YJC`yê ji zarê Alê Someria Newsê, Berdevkê We3zareta Karên Hundir a Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Polîsê Nêynewayê yek ji serok û serkêşên koma têrorîst a DAIŞê destê wî li cinayet û tevkujiya Spaykirê û desteserkirina erebeyên rêvebiriya dewletê di serdema reş a serdestiya DAIŞê hebûye û di bin şopandinê da bû, li navçeya Mekîşîfeyê ya ser bi pûarêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê girtiye.

We3zareta Karên Hundir a Iraqê her wiha qala girtina 20 kesên din ji endqamên DAIŞê li rojhilata Mûsilê li bakurê Iraqê kir.

Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê hîn jî hejamrek ji endamên vê koma têrorîst li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî hene û bi awayê perate dest bi kiryarên têrorîstî dikin.

Başa dön tuşu