IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyariya serokwezîrê Iraqê bo piştevanên DAIŞ’ê

Serokwezîrê Iraqê ser işkesta grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê û alîgîrên vê grûpa terorîstî sekinî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sûmiriyê, serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî li civîna xwe ya duh şemiyê tev rojnamevanan li Bexdayê destnîşan kir; ew kesên ku bûne sebeba pêkhatina DAIŞ’ê û ji vê grûpa terorîstî piştevanî kirin niha bi xwe ketine nav agirê ku bi xwe ew vêxistine.

Heydre Ebadî her wiha helwesta nerênî ya hin mêdyayên welatên derûdora Kendava Farsê dijî hêzên gelanî yên Iraqê û propagandeyên wan ên derewîn bi tundî rexne kir û ot: Hêzên iraqî parêzvaniya xelkê sivîl dikin û dewleta Iraqê jî bi micidî piştevaniya hêzên gelanî dike.

Serokwezîrê Iraqê herwiha destnîşan kir; Gelê Iraqê pê yekîtî û hevgirtina xwe û dûr ji her cure duberetiyekê bi dû xêr û qazancên hevpar ên xwe tev welatên cînar li navçê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu