ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Muhemed Cewad Zerîf: Komara Îslamî ya Îranê piştgiriyê dide muzakireyên yemenî

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf şeva çûyî desnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê piştgiriyê dide muzakireyên yemenî-yemenî li Swêdê.

Li gor Fars Newsê Zerîf di Twittera xwe de nivîsiye: Divê gişt aliyên kêşeya Yemenê xwe wezîfedar bizanin ji bo kuta kirina krîz û şerê li vî welatî û roleke aktîv bilîzin, ji aliyê din ve jî cîhanê wezîfedariyeke dîrokî li ser ustiyê xwe heye ku piştgiriyê bide gotûbêjan û şêr bide rawestandin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha desnîşan kir ku azmûna 4 salan şer û qirkirinê li Yemenê nîşan da ku serdestxwazên ku şer dasepandine negihêştin ti kîjan ji hedefên xwe yên nerewa yên siyasî û serdestxwaziyê, Ev şera bi tenê bû sedema  jinavçûna aborî û binavahiyên vî welatî û qirbûna bi hezaran kesan ji xelkê mezlûm ê Yemenê û felaket ji xelkê Yemenê û bû sedema berxwedana wan.

Komara Îslamî ya Îranê wekî welatekî bi bandor li navçê hertim xwestiye ku krîzên li Rojhilata Navîn ji riya gotûbêjên siyasî çareser bibin.

Dewra nû ya muzakireyê Aştiyê ji bo Yemenê biryar e li Stokholma paytexta Swêdê werin lidarxistin.

Başa dön tuşu