ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Celalî: Êrîşên saybirî yên Erebistanê nîşana xwenumayiyê bûn

Serokê Saziya Bergiriya Sivîl a Îranê (Pedafenda ne amil) got: Êrîşên saybirî li ser hinek ji malperên Îranê ji aliyê Erebistanê va zêdetir wek xwenumayiyê bûn û tenê di asta guhertina rûpelekê pêk hatin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, serokê saziya bergiriya sivîl anku (Pedafenda Ne Amil) a Îranê, serdar sertîp Xulamriza Celalî êvara îniyê, 27`ê Gulana 2016`an, li merasimekê li şaristana Xumêynîşehra Isfehanê li navenda Îranê li koma nûçegihanan got: Ev êrîş di asta yekem da wek gefên bi girîngiya kêm mîna kanalên ragihandinê bûn û ziyanên ciddî li Îranê nexistin.

Serdar sertîp Xulamriza Celalî got: Îran li fezaya mecaz anku dinyaya saybirî da Erebistanê wek gefeke ciddî dihesibîne.

Serdar Celalî bi bîr xist: Îranê li heşt warên saybirî da ji wan beşên leşkerî û aborî bi awayekî ciddî xebata xwe dest pê kiriye.

Serokê Rêxistina Bergiriya Sivîl a Îranê destnîşan kir: Gelek artêşên saybirî li cîhanê hatine damezirandin û renge Îran bikeve ber gefa yek ji van artêşan û li ser vê esasê xurtkirina bergiriya saybirî ji stratijiyên ciddî yên Saziya Bergiriya Sivîl a Îranê li vê salê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu