ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedr ê Cihana Îslamî: Xedîr danîna xîm û bingeha qanûna hikûmetê li civaka Îslamî ye

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî peyama herî giring a mesela Xedîrê kivşkirina îmamtiyê wek qanûn û qayîda hikûmetê li Îslamê da zanîn.

 Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî roja sêşmiyê li hevdîtina  bi hezaran kes ji çîn û qatên  gel bi minasibeta Cejna Pîroz a Xedîra Xomê ev eyda mezin pîroz kir û got: Bûyera Xedîrê, danîna bingeha  qanûna hikûmetê li civaka Îslamî ye û nîşan dide ku  Îslam xêncî qayîde û qirara îmamet û wilayetê, şêwazên hikûmetên paşatî, kesane, zêr û zordariyê, zêdexwaziyê, kibr û quretiyê û şopînerên şehwet û  zengîntiyê qebûl nake.

Wî bal kişand ser taybetmendiyên Emîr El-Mominîn Elî (S) bi taybet taybetmendiyên  wî li warê hikûmetê ji wan dadmendî û edalet, rênimûniya civakê ber bi teqwa û xwedêtirsiyê, xwedûrkirina ji tiştên pûç û batil ên dinyayê û tekez kir: Îman û baweriya kûr, pêşengiya li Îslamê, fîdakariya li riya Îslamê, îxlas û dilpakî, fedakarî û lêborandin ji taybetmendiyên menewî û însanî yên vî îmamê giranqedr in.

Hezretê ayetullah Xamineyî li bara giringiya mesela Xedîrê bal kişand ser fermana Xwedê bo pêxemberê giranqedr (S) derheq viya ku ragihandina risaletê girêdayî bi ragihandina îmametê ye û got: Ev baweriya Îslamî li gorî bingehên qahîm û belgeyên haşanekirî ye lê sekinîna  ser vê baweriyê û hilêxistina wê nabe ku bibe sebeba tehrîka  birayên sune, çimku ev kara  li dijî sîreya îmamên Mesûm (S) e.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser giringiya  yekitiyê li cîhana Îslamê û got: Handana hestên firqeyên din  ên Îslamê ser navê şîetiyê jixwe şîeya inglîzî ye û encama wê derketina  komên rezîl û kirêgirtiyên  ser bi Emerîkayê û sirvîsa sîxoriya  Inglîzê mîna DAIŞ û El-Nusreyê ye ku gelek cinayet li navçê kirine.

Hezretê ayetullah Xamineyî armanca sereke ya dijmin di rewşa niha de astengkirina aboriya Îranê jibo pêkanîna nerazîtiya xelkê ji nizama Îslamî da zanîn û bal kişand ser pêgiriyên xwe yên  berdewam jibo  cihanîna Abora Berxwedanê û got: Di rewşeke wiha de erka dewletê, parleman û berpirsên beşên curbicur û her wiha yekoyekoyên xelkê darêştina bernaman û hilanîna pêngavan jibo rawestana li ber planên dijminan a.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî liv û tevgera Komara Îslamî ya Îranê bi bereketa gelheya mezin a ciwanan ku jibo vejiyandina Îslamê û cihanîna  olê bêrawestan hewl didin baş nirxand û destnîşan kir: Ev ciwan dê her dijminekî ji wan Emerîka û  Rejîma Siyonîstî şikest bidin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu