ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka li hemberî gefxwarina DAIŞ`ê li dij Îranê

Sekreterê Civaka Lêkivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê li hemberê gefxwarina komîk a grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li dij Îranê desnîşan kir: DAIŞ heke kiryareke biçûk li dij Îranê pêk bîne wê bi giranî were sizakirin ku ti caran vê yekê ji bîr neke.

Sekreterê Civaka Lêkivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê Musin Rezayî îro li rûpela xwe ya Instagramê bersiva gefa  grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li dij Îranê da û nivîsî: Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku li Mûsil û Reqayê xwe ji bo revînê amade dike, heke kiryareke biçûk li dij Îranê pêk bîne an jî berjiwendiyên wê li derveyî welêt bike hedef,  wê li her derekî cîhanê bi giranî were sizakirin ku ti caran vê yekê ji bîr neke.

Rezayî herwiha desnîşan kir: Belayê ku Îran bîne serê DAIŞ`ê wê ji şikestên vê grûpê li Mûsil û Reqayê girantir bibe.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku li Iraq û Sûriyê li ber têkçûnê ye vê dawiyê li peyameke vîdeoyî bi zimanê Farsî gef li Îranê xwariye wê li dij vî welatî operasiyonên terorîstî pêk bîne.

Erebistana Siûdî, Tirkiye, Amerîka û Îsraîl piştgirên sereke yên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu