ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Larîcanî: Îran li meydana berxwedanê hertim li rex gelê Sûrîyê ye

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê pêkutî kir ku Têhran li meydana berxwedanê û warên curbicur ên sîyasyî hertim li rex gelê Sûrîyê bûye û di pêşerojê da jî yê piştgirîyên xwe bidomîne.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê îro di hevdîtina digel Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûrîyê li Têhranê, tevî pîrozkirina serketinên dewlet, gel û artêşa vî welatî li şerê dijî têrorîsmê û azadkirina bajarê Helebê got: Niha rewşeke baş jibo vegerandina istiqrar û ewlehîyê jibo Sûrîyê pêk hatîye.

Larîcanî bal kişand ser girînîgya muzakirên aştîya Sûrîyê û got: Îran, Sûrîye û Ûrsêt dikarin bi plandarêştin û hevdengîyê, di vî warî da pêngavên girîng rakin.

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê civîna Astanê li Qezaqistanê girîng nirxand û ew pêngavek jibo bidestxistina rêçareya sîyasî û aştîya mayinde li Sûrîyê zanî.

Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûrîyê jî di vê hevdîtinê da bal kişand ser serketinên bereya berxwedanê li vî welatî û got: Serketina li Helebê nîşana mezinatî û şîyana mêhwera berxwedanê û girîngîya vê mêhwerê li têkoşîna dijî têrorîsmê ye.

Muelim bal kişand ser rol û cîgeha girîng a Têhranê li navçê û qedrê Îran û Rûsîyê ji ber piştgirîyên ji dewlet û gelê Sûrîyê di warê têkoşîna li hemberî têrorîsmê girt û li ser pêwîstîya hevdengî û hevkarîya zêdetir di vî warî da sekinî.

Wezîrê karên derve yê Sûrîyê berî vîya bi Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê, Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve û Elî Şemxanî sêkrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anîye.

Elî Memlûk serokê dezgeha ewlehîya netewî û Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûrîyê bi armanca gotûbêja ligel berpirsên Îranê têkildarî alûgurên wî welatî serdana Têhranê kirine (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu