IraqNûçeRojhilatanavin

Hilbijartina parlemanî ya Iraqê li 12 Gulana 2018 dê birê keve

Komîsiyona bilind a hilbijartina Iraqê ragihand ku hilbijartina parlemanî ya vî welatî hevçax li vî welatî li 19 welatên dine cîhanê jî dê birê keve.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Metîn Cadirçî serokê pişka hilbijartina derve ji Iraqê li komîsiyona bilinde hilbijartinên vî welatî li daxûyaniyekê ku li rojnama dewletî ya El-Sebah belav bûye got: Xebat tê kirin ku hilbijartina parlemanî ya Iraqê bi başî birê keve û hema li roja hilbijartinê li nivîsgehên dengdanê yên derve ji Iraqê jî xelk dikarin herine ser sandiqên dengdanê û dengên xwe bidin.

Cadirçî got: Hilbijartina parlemanî ya Iraqê li welatên Îran, Urdin, Tirkiye, Amerîka, Fenland, Misr, Libnan, Kanada, Ustiraliya, Suêd, Brîtaniya, Fransa, Niyozîlend, Alman, Biljîk, Hulend, Danmark, Rûsiya û Mîrnişînên erebî dê birê keve.

Wî endamê Komîsiyona bilind a hilbijartina Iraqê destnîşan kir: Gor hevkariya ku tev wezareta karên derve yê Iraqê hatine kirin, hemû mijar amade ne ta ku welatiyên ku li derve ji Iraqê dijîn bi rehetî bikaribin herine ser sandiqên dengdanê û dengê xwe bidine her kesê ku dixwazin bibjêrin.

Hilbijartina parlemanî ya Iraqê li 12 Gulana 2018 dê birê keve û 143 partî li 27 hevalbendiyan dê pişkdariya vê hilbijartinê bikin.

24 milyon ji 37 milyon xelkê Iraqê heqê wan yê dengdana dewra çaran a hilbijartina parlemanî heye.

Başa dön tuşu