ÎranNûçeRojhilatanavin

Erdheja 5.4 rîşterî parêzgeha Erdebîlê li Îranê hejand

Erdhejeke 5.4 rîşterî bajarên li bakurê parêzgeha Erdebîlê li Îranê hejandin, navenda vê erdhejê Komara Azerbaycanê bû.

Ev erdheja li Komara Azerbaycanê û siet 23:17 şeva buhurî li gor dema herêmê li 10 km a binê erdê qewimî.

Li bajarên  sînorê yên Parsabad û Bîlesuwarê ku di cînaretiya  KOmara Azerbaycanê de ne, ev erdheja hat hestkirin û bû sedema  tirs û xofa xelkê.

Qayîmmeqamê Parsabadê got: Li vê erdhejê, 6 kes birîndar bûne ku 5 kes  hema ser piyan hatine dermankirin û zarokekî 12 salî jî hatiye razandinê.

Li gorî raporên ku ji van bajarana  hatine  raghandin li encama  vê erdhejê hin avahiyên  kêmdewam û sist ên gundan qelişîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu