CîhanNûçe

Di sala 2016an de nêzî 500 leşkerên Ukraynî can da

Hat raghandin ku li Donbassê di sala 2016an de 467 leşkerên Ukraynî can dane.

Hêzên Çekdar ên Ukraynayê daxuyakirin, “Di sala 2016an de li Donbassê 211 leşkeran di pevçûnan de can daye û bi tevahî hejmar bûye 467 leşker.”

Herwiha li gor daxuyaniyê di sala 2016an de 100 alavên leşkerî ji dest çûne 1.000 alavên leşkerî yên modernîzekirî jî li hêzên leşkerî hatine zêdekirin. Li meha Sibata 2015an li paytexta Belarusê Minskê di encama hevdîtinên Rusya, Fransa, Almanya û Ukrayna agirbesteke dualî hatibû qebûlkirin.

Li gor peymana agirbestê diviyabû hemû hêzên rojhilatê Ukraynayê werin vekişandin, hemû dîl bi awayekî dualî werin azadkirin û digel statuyeke taybet ji bo Donetsk û Luganskê guherînên makeqanûnî werin kirin. Lê belê heta niha jî her du alî hevdu bi binpêkirina peymanê tawanbar bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu